ŞANLIURFA
Hin kurdên ji Sûriyeyê yên ku xwe sipartibûn Tirkiyeyê vegeriyan Kobanêyê.
Kurdên ji Sûriyeyê yên ku ji ber şerê ku ji vir 5 meh berê di navbera rêxistina DÎŞIyê û komên kurdan da derketibû xwe sipartibûn Tirkiyeyê, piştî vekişîna rêxistinê vedigerin malên xwe.
Komeke ku ji qasî 700 kesî pêk tê û piraniya wan jin û zar in bi eşyeyên ku bi xwe ra anîn va li pêşiya deriyê sînor ê Murşîtpinarê kom bûn. Piştî destûrdayînê kom ji cihê kontrolê hat derbaskirin û nasnameyên wan hatin kontrolkirin. Kesên ku karên wan ên li cihê kontrolê qediyan derbasî Kobanêyê bûn.
Mecdule Kencura ji kurdên Sûriyeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber ku vedigerin welatê xwe gelekî kêfxweş in. Kencurê ji bo mêvandariya welatiyên Tirkiyeyê ji hemûyan ra sipas kir û wiha got: "Înşallah careke din tiştekî wiha neyê serê me."
Avaş Qasim jî destnîşan kir ku ew ê bi hev ra xaniyên xwe yên ku hilweşiyane çêbikin.