DIYARBAKIR
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê pêvajoya çareseriyê bandoreke erênî li civakê dike.
Gelê herêmê bi pêvajoya çareseriyê ra di nav hizûr û aramiyê da dijî.
Gelê herêmê eleqeyeke mezin nîşanî geşedanên ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê da diqewimin, dide.
Ji esnafan Ferhan Enes der heqê pêvajoya çareseriyê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku pêvajo ji bo gelê herêmê gelekî girîng e û wiha got: "Heger pêvajoya çareseriyê bigihêje encamekê, wê ne cardin xûn birije û ne jî wê civak neyartiya hev bike. Leşker jî yên li çiyê jî birayên me ne."
Îbrahîm Erkek jî diyar kir ku bi salan e em li vî welatî bi hev ra dijîn.
Osman Dundarê ku memûrê bankeyê yê teqawidbûyî ye jî diyar kir ku divê bi pêvajoya çareseriyê ra herêm pêşva here û got ku wê di rewşa hizûr û aramiyê da herêm pêş keve û wiha dewam kir: "Heger hizûr hebe, esnaf jî rûken e, gel dixebite û di nav aramî û hizûrê da dijîn."
Mustafa Demirbaş jî destnîşan kir ku gavên hikûmetê yên ji bo pêvajoya çareseriyê muhîm in û wiha axivî: "Havîna îsal zehf tûrîst hatin Diyarbekirê û welatî û esnafan jî kêf kir. Loqante û otêl tijî dibûn."
Mucahît Çelîk jî destnîşan kir ku divê tim piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriyê û wiha xerberda: "Divê meriv li hev rûne û li hev bike. Em li welatekî hêja dijîn. Berê derbe çêdibûn, niha jî her tişt di destê gel da ye."
Ramazan Yaşarê ku hosteyê donerê ye jî got ku êdî agahiyên der heqê cangoriyan da nayên û wiha peyivî: "Ev girîng in. Ji bo xêra gel em piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê."
Aslan Erşanê şofêrê texsiyê jî diyar kir ku ji bo pêşveçûna herêmê pêwîstî bi pêvajoya çareseriyê heye û wiha got: "Hêviya her kesî ji dewletê heye, înşeallah dewlet vê meseleyê çareser bike."