Türkan Tosun
12 Adar 2019•Rojanekirin: 12 Adar 2019
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo anî ziman Kuba û Rûsya ji bo Serokê Dewleta Venezuelayê Nîcolas Maduro wek bendê canxilaskirinê ne û wiha got: "Şirîkatiya Kuba û Maduro hevkariyeke wisa ye ku li cehenemê hatiye kirin."
Pompeo li Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê civîneke çapemeniyê li dar xist û der barê geşedanên li Venezuelayê da axivî.
Pompeo got li Venezuelayê di qada çandinî, hilberîna neft û yên din da kêmasî heye û rewşa gel her ku diçe xirab dibe.
Der barê piştgiriya Kuba û Rûsyayê ya ji bo hikûmeta Maduro da jî Pompeo got ev piştgirî dibe sedem ku li welêt rewş bêtir xirab bibe.
- "Kuba piştgiriyeke mezin dide rejima Maduro"
Wezîr Pompeo Kubayê wek "hêza emparyalîst a rastîn" bi nav kir û got ji ber piştgiriya Maduro Kuba ji Venezuelayê bi erzanî neftê dikire û wiha dewam kir: "Kuba piştgiriyeke mezin dide rejima Maduro. Kuba ji bo Serokê berwext Juan Guaîdoyê ku ji hêla Amerîka û 50 dewletan va tê qebûlkirin dibêje 'kuklayê Amerîkayê ye'. Ya ku li Venezuelayê perwerdeyê dide polêsên veşartî û pisporên êşkenceyê û tesîra wê ya mezin li ser siyaseta Venezuelayê heye Kuba ye. Şirîkatiya Kuba û Maduro hevkariyeke wisa ye ku li cehenemê hatiye kirin."
- Ji bo Maduro Kuba û Rûsya bendê canxilaskirinê ne
Ji bo piştgiriya Rûsyayê jî Pompeo got Kremlînê di nav demê da 17 milyar dolar alîkarî daye hikûmeta Maduro û got ji bo Maduro Kuba û Rûsya bendê canxilaskirinê ne.
Pompeo got Amerîka ji bo Venezuelayê bi tenê demokrasî û refahê dixwaze û ewê hê zêdetir piştgiriyê bidin Guaîdo.
Der barê îdiayên dibêjin li Venezuelayê ji ber çûyina ceyranê Amerîka berpirsyar e, tiliya wê di vî karî da heye da jî Pompeo wiha got: "Rejima Maduro ji bo ku têkçûna xwe veşêre van îdiayên derew dibêje."
Li Venezuelayê ji roja înê pê va ceyran tune. Ji bilî Caracasê li giştiyê welêt pirsgirêk dewam dike.
Maduro gotibû ji ber ku Amerîkayê bi teknolojiya xwe ya bihêz va êrîş kiriye ceyran çûne.