Ahmet Aydın
12 Adar 2019•Rojanekirin: 13 Adar 2019
Di navbera Îran û Iraqê de biryara vîzeya bê pere hat dayin.
Pervîz Îsmaîliyê Cîgirê Berpirsê Ragihandin û Têkiliyên bi Gel re yê Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî,di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de bal kişand ser hevdîtina Rûhanî û Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî û got, "Di hevdîtina Rûhanî û Evdilmehdî de biryar hat dayin ku ji meha nîsanê pê ve ji bo welatiyan herdu welatan vîze bê pere be."
Serokomarê Îranê îro serdana Bexdayê kir û digel Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokwezîr Adil Evdilmehdî civiya.
Tê çaverêkirin ku Rûhanî di çarçoveya serdana xwe ya 3 rojî de li Necefê digel lêvegerê Şîî Ayetullah Elî Sîstanî û rayedarên din ên siyasî û dinî bicive.