Haydar Şahin
24 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2020
Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mirin 24 saetên dawîn da 335 zêde bû û derkete 32 hezar û 320î.
Sîma Sedat Lariya berdevka Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 335 kes mirin û 5 hezar û 814 kes jî bi vîrusê ketin.
Lariyê got ku bi vî awayî hejmara miriyan derket 32 hezar û 320î, ya pêketiyan jî derket 562 hezar û 705an.
Lariya berdevk diyar kir ku rewşa 4 hezar û 952 pêketiyan giran e, hetanî nika 450 hezar û 891 pêketî jî piştî dermankirinê pak bûn û gihîştin siheta xwe.
Berdevkê destnîşan kir ku li welêt hetanî nika 4 milyon û 689 hezar û 118 test kirin.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê destnîşan kir ku li welêt 31 eyalet jî di nav herêmên "xeternak" û "sor" da ne.
Ji ber zêdebûna hejmara pêketiyan li Tehrana paytext û eyaletên Qûm, Qezwîn û Elburzê dîsa dest bi sînordarkirinan kiribûn.