Dmitri Chirciu
03 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2024
Serşêwirmendê Polîtîkaya Derva yê Kremlînê Yurîy Uşakov ragihand ku Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Putîn û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dê di hevdîtina li Astanaya paytextê Qazaxistanê da hemû mijarên girîng û hesas guftûgo bikin.
Uşakov li paytext Moskovayê daxuyanî da rojnamevanan û der barê hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Putîn da ev gotin:
"Ziyareta Tirkiyeyê demek dirêj e tê plankirin Ez wisa difikirim ku herdu serok dê li ser vê mijarê rawestin. Herwiha dema mirov pozîsyona Tirkiyeyê dide ber çav ez weisa difikirim ku dê gelek mijarên ku serokên welatên bi taybetî li herêmê roleke gelekî girîng dilîzin, guftûgo bikin çêbin. Em bi aliyê Tirk ra her tim di nav diyalogê da ne, her tim bi êtlefonê peywendî hene. Çend roj berê Putîn bi Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyeyê ra hevdîtin kir. Di hevdîtinê da dû hemû mijarên girîng û mijarên hesas bên guftûgokirin."