2015 ж. 27 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 27 қыркүйек
BARCELONA
Li rêveberiya Katalonyaya xweser a li rojhilatê Îspanyayê dengdayînê di saet 09.00an (bi saeta Tirkiyeyê 10.00) da dest pê kir.
Li Katalonyayê 7 milyon û nîv kes dijîn û 5 milyon û nîv jî hilbijêr hene. 164 hezar katalanê cara ewil raya xwe biavêjin. Li Katalonyaya ku hewlên alîgiriya serbixwebûnê zehf derdikevin pêş di 5 salên dawîn da ev cara 3yan e ku diçin ser sandiqê. Di vê hilbijartinê da ew ê 165 parlementerên parlementoya rêveberiya xweser bên hilbijartin.
Ji bo hilbijartinê li 2 hezar û 697 navendan 8 hezar û 181 yek sandiq hatin danîn, ji bo pêkanîna ewlekariya hilbijartinê jî 10 hezar polêsên neteweyî û herêmî yê wezîfe bikin.
Çapemeniya Îspanyayê ji ber daxwazên serbixwebûnê, hilbijartina parlementoya rêveberiya xweser a Katalonyayê wek "di dîroka demokrasiyê da hilbijartina herî girîng" dinirxînin.
Dengdayînê di saet 20.00an da (bi saeta Tirkiyeyê 21.00) temam bibe.