Türkan Tosun,Önder Beyter
31 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 01 Sibat 2019
ANKARA
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî 3 meh berê dest bi wezîfeya xwe kir, lê ji wê demê pê va hê jî di mijarên wek avakirina kabîneyê, ambargoya Amerîkayê ya li ser Îranê, pirsgirêkên di navbera hikûmeta navend û Hewlêrê, ji nû va înşakirina welêt da çareseriyek nedîtiye.
Ebdulmehdî di 25ê Cotmeha 2018an da bû Serokwezîrê Iraqê û di 1ê Sibatê da jî roja wî ya 100emîn wê temam bibe ku ew bûye serokwezîr.
Ebdulmehdî roja ku bû serokwezîr ji bo kabîneya 22 kesî lîste amade kir, lê bi tenê 14 kes di parlamentoyê da hatin qebûlkirin. Di nav van 3 mehên derbasbûyî da jî ji 8 kesên hatin pêşkêşkirin bi tenê 5 kes hatin qebûlkirin.
Di parlamentoyê da Wezîrê Karên Navxweyî, Wezîrê Parastinê û Wezîrê Edaletê hê nehatine hilbijartin.
Ebdulmehdî dixwaze serokê fermî yê Haşdî şebî Falih el-Fayyad bibe wezîrê karên navxweyî, lê Koalîsyona Saîrunê ya girêdayî Muqteda es-Sadr û Koalîsyona Îmar û Reformê a girêdayî Serokwezîrê berê Heyder el Ebadî vê yekê qebûl nakin.
Der barê Wezîrê Vejenê Luey el Xetîb ê ku di kabîneya Ebdulmehdî da cih digre da jî nîqaş hene. Tê îdiakirin ji ber sedemên mezhebî wî qismekî xebatkaran ji kar derxistiye.
Parlamenter dixwazin Wezîrê Ragihandinê Naîm Rubaî ji ber ku endamê Partiya Baasê ye ji wezîfeyê bê derxistin.
Wezîra Perwerdeyê Şeyma el Xiyalî jî ji ber ku birayê wê endamê DEAŞê ye îstifaya xwe pêşkêşî Serokwezîr kiribû.
Ev nîqaşên der barê wezîran da zirarê didin hikûmetê û pêbaweriya wê kêm dibe.
Muqteda es-Sadr piştgirî dabû Ebdulmehdî û salek wext dabû wî ku ew reformê bike û teknokratên ne girêdayî komên siyasî wek namzed hilbijêre. Lê ev daxwaz û hêvî jî ji ber ku pêk nehat tê îdiakirin Sadr dibe ku ji hikûmetê vekişe.
- Jinûvaînşakirina Iraqê
Serokwezîr Ebdulmehdî soz dabû ku qeyrana mirovî ya li Iraqê çareser bike û welêt ji nû va înşa bike, lê ji ber ku kabîne hê temam nebû ew nikare van mijaran derxwe pêş û çareser bike.
DEAŞa rêxistina terorê salek berê li Iraqê hat têkbirin, lê hê jî milyonek û 800 hezar kesên ku terka cih û warên xwe kirine li welêt hene. Hewcedariya 8 milyon Iraqiyan bi alîkariyê heye. Ji bilî pirsgirêkên binesaziyê li 7 eyaletên DEAŞê êrîş lê kiribûn 150 hezar avahî hatine xirabkirin.
Ji bo ku ev avahî ji nû va bên çêkirin 23 milyon dolar di demeke kin da, bi tevahî hewcedarî 88 milyar dolarî heye.
- Ambargoya Amerîkayê ya li ser Îranê
Amerîkayê li hemberî Îranê mueyîde dan destpêkirin xwest ku rêvebiriya Bexdayê têkiliyên xwe yên aboriyê yên bi Tehranê ra qût bike. Lê dema Ebdulmehdî dest bi wezîfeyê kir got ewê guh nede van mueyîdeyan lewra ji bo wî berjewendiyên welêt girîngtir in. Lê paşê Ebdulmehdî di hin mijaran da mecbur mabû ku tawîzan bide.
Sêyemîn partnerê bazirganiyê yê mezin ê Iraqê bi hecma qedera 12 milyar dolarî va Îran e. Iraq ji sedî 15ê îtxalata xwe ji Îranê dike û herwiha ji sedî 45ê ceyranê xwe ji xaza siruştî ya Îranê hildiberîne.
Washingtonê ji bo ku Bexda xaza Îranê nekire, pêşiyê 45 roj dû ra jî 90 roj wext da. Rayedarên Iraqî jî balê dikişînin ser wê yekê û destnîşan dikin ku ji bo çavkaniyeke alternatîf, herî kêm 2 sal pêwîst in.
Li gorî hin şîroveyan jî, heger Amerîka di mijara xaza Îranê da pêkutiyê bike, teng dê li rêveberiya Ebdulmehdî were hev.
Tê destnîşankirin, biryara parlamentoyê ya 1 milyar dolar kêmkirina budceya Wezareta Ceyranê ya sala 2019an dê rewşê bêtir germ bike.
- Qeyrana budceyê çareser bû
Ji aliyekî din va jî çareserkirina qeyrana budceyê û geşbûna peywendiyên ligel Hewlêrê li karnameya Ebdulmehdî wekî xalên erênî hatin qeydkirin.
Meclisê budceya ku di cotmehê da hatibû pêşkêşkirin, piştî nîqaşên ku bi mehan ajot, qebûl kir. Budceya ku 112 milyar dolar e û ji sedî 90ê wê xwe dispêre dahatên neftê, li gorî sala çûyî ji sedî 45 zêde bû û bû yek ji wan budceyên herî giran ên heta niha.
- Di peywendiyên ligel Hewlêrê da nermbûn
Ebdulmehdî gava dest bi wezîfeyê kiribû, soz dabû ku ew ê ji bo geşkirina peywendiyên ligel Herêma Kurdistanê ku di mijarên wekî budce, deverên binîqaş, Pêşmerge, meaşê karmendan û firotana neftê da pirsgirêk hene, gavan biavêje.
Di budceya 2019an da di mijara meaşên karmend û Pêşmergeyan da gaveke erênî hat avêtin, di mijara neftê da jî ew rêkeftin çêbû ku Hewlêr dê rojane 250 hezar warîl neft radestî Bexdayê bike. Bi vî awayî peywendiyên Hewlêr û Bexdayê hinekî nerm bûn.
Pirsgirêka kêmkirina para Herêma Kurdistanê di budceya Iraqê da, ku di 2018an da hat kêmkirin jî didome.
Piştî referanduma ku herêmê di îlona 2017an da kir, rêveberiya Bexdayê di budceya 2018an da para Herêma Kurdistanê ji sedî 17an berjêrî ji sedî 12,6an kiribû.
- Meseleya Kerkûkê
Kerkûk jî ji yek mijarên germ e ku di navbera Bexda û Hewlêrê da berdewam e. Rêveberiya Hewlêrê pêkutiyê dike ku waliyê Kerkûkê ji Kurdan were hilbijartin, lê Bexdadê hê jî di vê mijarê da gav neavêtiye.
Piştî referandumê artêşa Iraqê û milîsên Heşda Şabî bajarê Kerkûkê ku di destê Herêma Kurdistanê da bû, kontrol kiribû û li ser vê yekê Walî Necmedîn Kerîmê YNKyî bajêr terikandibû û hikûmeta Bexdayê jî şûna wî, Rakan Seîd el-Cubûrî ku bi eslê xwe Ereb e, wekî wekîl tayîn kiribû.