Haydar Şahin
11 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2017
ROMA
Elî Ekber Salihiyê Serokê Saziya Vejena Atomê ya Îranê diyar kir ku naxwazin peymana nekleerê ya ku di navbera endamên daîmî (P5+1) yên Neteweyên Yekbûyî (NY) YEyê û Îranê da di 2015an da hatibû îmzekirin betal bibe.
Salihî li Romaya paytextê Îtalyayê beşdarî Konferansa Edoardo Amaldî ya ku ji bo salvegera 60î ya Koma Vejena Atomê ya Ewropayê hat lidarxistin da axivî.
Salihî peymana nukleerê û daxuyaniyên DAYyê li ser peymanê nirxand.
Salihî bal kişand ser girîngiya peymana nukleerê û got, "Ez dixwazim ku vê bi eşkeretî bêjim ku em naxwazin peyman betal bibe."
Salihî hişyarî da rêveberiya DYAyê ya ku yekcaran dibêje ji peymanê vekişin û wiha xivî: "Heke DYA ji peymanê vekişe ew ê li ser polîtîkayên dewleta Îranê tesîreke mezin bike. Xirabbûna vê peymanê ew ê pêbaweriya DYAyê ya navneteweyî qels bixe. Hêviya me ew e ku aqlêselîm vê pêşveçûna demkî çareser bike."