Ji Yewnanistanê provakasyona "NAVTEKS"ê
Yewnanistanê li Rojhilatê Behra Spî ji bo qadên di bin berpirsyariya Tirkiyeyê da ne 2 NAVTEKS îlan kir

Ankara
Tirkiye ji bo ku pirsgirêkên li Rojhilatê Behra Spî bi gotûbêjê hel bibin gavan diavêje lê Yewnanistan bi hinceta perwerdehiya nîşan girtinê (gule berdan, top avêtin) va 2 NAVTEKSên nû yên ku qada di bin berpirsyariya Tirkiyeyê da hildaye nav xwe weşand. Li ser vê Tirkiyeyê jî ragihand ku ew qadên hatine îlankirin di bin berpirsyariya îstasyona NAVTEKSê ya Antalyayê da ne û wan îlanên NAVTEKSê ji nû va bi xwe weşand.
Yewnanistanê li Rojhilatê Behra Spî ji bo qadên di bin berpirsyariya Tirkiyeyê da ne 2 NAVTEKS îlan kir.
Di vê heyama ku Tirkiye dixwaze pirsgirêkên li Rojhilatê Behra Spî rû da ne bila bi gavên çareseriyê hel bibin da Yewnanistan gavên provekekirinê diavêje û ji ber vê jî Tirkiyeyê bo qadên di bin berpirsyariya wê da ne ji nû va NAVTEKS weşand.
Di agahdariya ji hêla Îstasyona NAVTEKSê ya Antalyayê da hat gotin ku ji alî îstasyoneke bêraye va der barê qada servîsa NAVTEKS Turkê da bangewaziyek hatiye kirin û li ser vê Îstasyona NAVTEKSê ya Antalyayê ji nû va agahdariyek weşand.
Di agahdariyê da hat gotin ku wê di navbera 6 û 8ê Cotmehê da li wan qadên di nav Rojhilatê Behra Spî da ne wê perwerdehiya nîşan girtinê (gule û top avêtin) bê kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.