Abdullah Tel
03 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2020
Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket û kişiya wan, ji 34 milyon û 836 hezarî derbas bû.
Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha milyonek û 33 hezar û 330 kes ji ber şewbê mirin.
Jimara pêketiyan derket 34 milyon û 836 hezar û 28an, 25 milyon û 897 hezar û 996 kesên ku vîrus kişiyabû wan jî baş bûn.
Li ser rûyê dinyayê tedawiya 7 milyon û 904 hezar û 702 kesên ku vîrus kişiyaye wan hê dewam dike.
Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye.
Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 7 milyon û 549 hezar û 323an û ji ber şewbê heta niha 213 hezar û 524 kes jî mirin.
Ji bilî Amerîkayê welatên ku ji 300 hezarî zêdetir pêketiyên Kovîd-19ê lê hene ev in:
"Hindistan (6 milyon û 473 hezar û 544), Brezîlya (4 milyon û 882 hezar û 231), Rûsya (milyonek û 194 hezar û 643), Kolombiya (841 hezar û 531), Perû (821 hezar û 564), Îspanya (810 hezar û 807), Arjantîn (779 hezar û 689), Meksîka (753 hezar û 90), Afrikaya Başûr (677 hezar û 833), Fransa (589 hezar û 653), Îngiltere (467 hezar û 146), Şîlî (466 hezar û 590), Îran (464 hezar û 596), Iraq (372 hezar û 259), Bangladeş (366 hezar û 383), Erebistana Siûdî (335 hezar û 578), Tirkiye (321 hezar û 512), Îtalya (319 hezar û 908), Filipîn (316 hezar û 678) û Pakistan (313 hezar û 984)."
Ji bilî Amerîkayê welatên ku jimara miriyan ji 10 hezarî derbas dibe ev in:
"Brezîlya (145 hezar û 431), Hindistan (100 hezar û 875), Meksîka (78 hezar û 492), Îngiltere (42 hezar û 268), Îtalya (35 hezar û 941), Peru (32 hezar û 609), Fransa (32 hezar û 155), Îspanya (32 hezar û 86), Îran (26 hezar û 567), Kolombiya (26 hezar û 397), Rûsya (21 hezar û 77), Arjantîn (20 hezar û 599), Afrîkaya Başûr (16 hezar û 909), Şîlî (12 hezar û 867), Ekvador (11 hezar û 495), Endonezya (10 hiezar û 972) û Belçika (10 hezar û 37)."