Haydar Şahin
03 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2020
Li Hindistanê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) 1069 kesên din jî mirin, hejmara kesên ji ber vîrusê mirin ji 100 hezarî derbas bû.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê da hat destnîşankirin ku bi mirina 1069 kesan va herjmara miriya derkete 100 hezar û 842yan.
Li Hindistanê di 24 saetên dawîn da 79 hezar û 476 kesên din jî bi Kovîd-19ê ketin, hejmara pêketiyan derkete 6 milyon û 473 hezar û 544an.
Li welêt hetanî nika 5 milyon û 427 hezar û 706 kesên bi vîrusê ketibn jî pak bûn.
Li gor daneyên "Worldometer"a malpera agahiyên Kovîd-19ê berhev dike, Hindistan ji hêla hejmara waqieyan va li dinyayê di rêza 2yan da cî digre.