16 Adar 2017•Rojanekirin: 16 Adar 2017
DOHA
Yekîtiya Alimên Misilman a Cihanî ragihand ku bajarê Mûsilê yê Iraqê tûşî komkujiyê hat.
Di daxuyaniya nivîskî ya yekîtiyê da tehcîr, guhertina demografîk, pêpeskirina rûmeta mirovahiyê û rêtina xwîna însanên bêguneh ên ku li bajarê Mûsilê qewimîn, hat şermezarkirin.
Herwiha di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku Mûsil bi sedan salan wekî bajarekî misilmanên sunnî li ser piyan ma, hebûna xwe domand û wiha hat gotin, "Di pêkanîna komkujiya dijî gelê Mûsilê da hêzên şer û zilmê her cure rêbaz ceribandin."
Yekîtiyê bangî alema îslamê û rêxistinên mafên mirovan kir ku bên hawara Mûsila ku tûşî komkujiyê hat û herwiha alim, rojnameger, entelektuel û nivîskar jî dawet kirin ku destê xwe bidin xebatên xilaskirina bajarê dîrokî û gelê wê.
Di daxuyaniyê da herwisa bal hat kişandin ku heger mirov xwe ji alîkariya bona gelê Mûsilê para bide, ev yek tê wateya beşdariya sûcê ku tê kirin.