Abdullah Tel
09 Îlon 2017•Rojanekirin: 09 Îlon 2017
WASHINGTON
Serokê DYAyê Donald Trump ji ser têlefonê bi Qralê Erebistana Siûdî Selman bîn Evdilezîz, Prensê Welîehdê Mîrektiyên Ereb yên Yekbûyî Mihemed bîn Zayed El Nahyan û Emirê Qeterê Şêx Temîn bin Hamad El Sanî ra yekoyek ji bo helkirina qeyrana Qeterê xebreda.
Qesra Spî li ser hevdîtina ku Trump bi lîderên welatên ereban ra kir daxuyanî weşand.
Di daxuyaniyê da hat gotin Serok Trump ji şirîkên ereb ra got ku çareseriya qeyrana di navbera welatên ereban da him ji bo îstiqrara herêmê û him jî li hemberî têkoşîna gefên Îranê girîng e.