Önder Beyter
20 Adar 2018•Rojanekirin: 20 Adar 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ragihand, newroza ku ji Asyaya Navîn heya Balkanan li erdnîgariyeke berfireh bi coş tê pîrozkirin, cejna destpêkên nû, hêvî, biratî û desthevgirtinê ye.
Serokomar Erdogan bi minasebeta 21ê Adarê Roja Newrozê ya Cihanê peyamek weşand.
Serokomar Erdogan di peyama xwe da wiha got, "Newroza ku ji Asyaya Navîn heya Balkanan li erdnîgariyeke berfireh bi coş tê pîrozkirin, cejna destpêkên nû, hêvî, biratî û desthevgirtinê ye."
"Ez hêvî dikim ku newroz bibe wesîleya xêr û xêratê"
Erdogan di peymana xwe da bal kişand ku divê mirov newrozê li gorî nirxên wê pîroz bike ku ev yek gelekî girîng e û wiha dewam kir:
"Hêvî û daxwaza min ew e ku newroza ku mizgîniya biharê ye, bira bibe wesîleya xurtbûna biratî û hevkariya me. Ez wer bawer im ku hemû ferdên miletê me di vê pêvajoya ev çend hesas ku dixwazin biratiya me ya hezar salî, qurbanî şerê berjewendiyên kurewî bikin da wê newrozê li gorî wateya wê, bi aştiyane pîroz bikin. Bi van hizr û ramanan va ez hêvî û daxwaz dikim, newroza ku cejna bihar û bereketê ye, wê ji bo miletê me û ji bo hemû birayên me yên li seranserê dinyayê bibe wesîleya xêr û bereketê."