31 Tebax 2016•Rojanekirin: 01 Îlon 2016
WASHINGTON
Rêvebiriya DYAyê daxuyand ku bêdengiya şev a di navbera Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) û komên li Sûriyeyê yên ku li hember DAEŞê têkoşînê didin, rewşeke erênî ye.
Berdevkê Qesra Spî Josh Earnest di civîna çapemeniyê ya rojane de behsa geşedanên li bakurê Sûriyeyê kir.
Earnest der barê Mertala Feratê ya li herêma Cerablusê de wiha got: "Rêvebiriya DYAyê der barê bêdengiya şev a di navbera artêşa tirkan û komên li Sûriyeyê yên ku li hember DAEŞê têkoşînê didin de dibêje ku ev rewşeke erênî ye."
Earnest anî ziman ku Amerîka hewl dide di navbera komên li hember DAEŞê şer dikin de dijminatî zêde nebe û kuştin çênebe û wiha axivî: "Armanca me ya ewil li hember DAEŞê têkoşîn e."
Berdevkê Wezareta Karên Derva yê DYAyê John Kîrby jî got ku di nav 12 û 18 saetên dawîn de hêzên ku li bakurê Sûriyeyê pev neçûne û wiha axivî: "Di nav komên kurd de pevçûn çênebû. Ev rewşa aram tiştekî baş e. Tu xêra pevçûna komên ku Tirkiye piştgiriyê didê û Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê li hember têkoşîna DAEŞê tune."
Kîrby behsa daxuyaniya Fermandarê Hêzên Navend a DYAyê (CENTOM) Joseph Votel kir û wiha got: "Ya rast hêzên kurd derbasî rojhilata Firatê bûn. Tirkiyeyê çi bike ez nizanim. Me dît ku Tirkiye dixwaze wÎ qismê sînor biparêze, operasyon kir. Ev jî baş e."
Li ser pirsa "Di navbera Tirkiye û YPGê de agirbestek çêbû an na?" Kîrby got ku heqê min tune ku ew bersiva vê pirsê bidim, lê em ji ber vê aramiya çend saetên dawîn kêfxweş in.
Kîrby li ser pirsa "Gelo we navbeynkarî kir?" got "Na" roleke Amerîkayê ya wiha tune.