Elif Orhan
31 Tebax 2016•Rojanekirin: 31 Tebax 2016
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) da zanîn ku di çarçoveya Herekata Mertala Firatê ya ku li Cerablûsê berdewam dike de ber êvarê li herêma Kulliyahê di encama herekata asîmanî ya ku hat kirin de bi îsabeta tam li kozikên terorîst ên ku hatin tespît û teyîdkirin, xistin.
Di agahdarkirin ku ji Serokatiya Sererkaniyê hat dayîn de hat bibîrxistin ku Herekata Mertala Firatê ya ku Hêzên Çekdar ên Tirk ji bo ku tehdîda ku rêxistinên terorê derxistiye holê berteref bike, ewlehiya hidût zêde bike û piştgirî bide hêzên koalîsyonê da destpêkirin berdewam dike.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku herekat ji ber mafên Tirkiyeyê yên ku ji ber hiqûqa navneteweyî derketine û li gor madeya 51emîn a Peymana NYyê ya wekî "Mafê Parastina Meşrû" û di çarçoveya biryarên ku NYyê der barê têkoşîna dijî DAEŞê daye de tê berdewamkirin û wiha hat gotin: "Di roja 7emîn a herekata navborî de (30yê tebaxa 2016an) ji bo ku sivîl zirarê nebînin gelekî hesasiyet tê nîşandan, di herekatê de di navbera saet 20.20-21.00an de li herêma Kulliyahê ya Sûriyeyê di encama herekata asîmanî ya ku hat kirin de bi îsabeta tam li kozikên terorîst ên ku hatin tespît û teyîdkirin xistin. "