Haydar Şahin
27 Nîsan 2019•Rojanekirin: 29 Nîsan 2019
Vladîmîr Putînê Serokê Rûsyayê got, "(Operasyona eskerî ya li Îdlibê) Ez vê piştguh nakim. Lêbelê bi dostên xwe yên Sûriyeyê ra difikirin ku ev ji bo îro tiştekî di cî da nîne."
Li gor daxuyaniya ji Kremlînê hat dayîn, Putîn piştî konferansa "Şaxek, Rêyek" ya li Pekîna paytextê Çînê civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên Sûriye û Ukraynayê nirxand.
Putîn ji bo operasyonên li ser komên eskerî yên li Îdlibê got, "Ez vê piştguh nakim. Lêbelê bi dostên xwe yên Sûriyeyê ra difikirin ku ev ji bo îro tiştekî di cî da nîne."
Putîn got sedema derengketina avakirina Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê komên mixalif in û wiha pê da çû: "Em ê bi hemû komên mixalif ra bixebitin. Ji bo avakirina komîteyê israr bikin û hewlên xwe bidomînin. Lewra dibê vê wekî destpêka pêvajoya siyasî bifikirin."
- Hilbijartinên li Ukraynayê
Putîn ji bo îhtimala hevdîtina bi Vladimir Zelenskiyê di hilbijartina Seroktiya Ukraynayê da bi ser ket got, "Heke em di pêşerojê da werin ba hev, dest bi mizakereyan bikin, ez vê piştguh nakim. Dibê pêşiyê li ser sekinandina pevçûnên li başûrê rojhilatê Ukraynayê biaxivin. Rêya çareseriyê bi tenê pêkanîna peymanên Mînskê ye."
Putîn got gelê Ukraynayê li bend ye ku serokê dewleta wan pirsgirêka Donbasê çareser bike.