Dinya

Ji kampên Kerkûkê 900 koçberên navweyî vedigerin malên xwe

Haydar Şahin  | 27.11.2020 - Rojanekırın : 28.11.2020
Ji kampên Kerkûkê 900 koçberên navweyî vedigerin malên xwe

At Ta mim

Hat ragihandin ku 900 koçberên navxweyî yên 6,5 sal barê ji ber êrîşên DEAŞa rêxistina terorê ji cî û warên xwe hatibûn kirin û li kampên li Kerkûkê jiyana xwe didomandin vedigerin herêmên li başûrê bajêr ên hatin xilaskirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Midûriyeta Koç û Koçberiyê ya Kerkûkê da hat diyarkirin ku 900 koçberên navxweyî yên li Kampa Leylanê ya li başûrê rojhilatê Kerkûkê dijîn vegeriyan malên xwe yên li nêzî Hewîceyê.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji bo koçber vegerên malên xwe ew ê piştgiriya mesrefa rê û mesra avakirina malên wan ên hatine xirabkirin were dayîn.

Hat destnîşankirin ku vê gavê li Kerkûkê kampeke koçberan heye û ew ê kampê beriya serê salê bigrin.

DEAŞa rêxistina terorê di hezîrana 2014an da ji sê paran pareke Iraqê dagir kiribû ji ber pevçûnan ji 5 milyonî zêdetir kesî malên xwe terk kiribûn û derbasî li bakur bakur û başûrê welêt ên ewledar bibûn.

Di sala 2017an da hemû bajar û bajarok hatin xilaskirin lêbelê bi sed hezaran koçberên navxweyî ji ber ku malên wan xirab bibûn nikarin vegerin malên xwe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın