Çiyayê Agirîn Ilî Lewotolokê yê li Endonezyayê teqiya
Jakarta Raya
Çiyayê Agirîn Ilî Lewotolokê yê li herêma Lembata ser Nusa Tenggaraya parêzgeha Endonezyayê teqiya.
Navenda Kêmkirina Afatên Jeolojîk û Çiyayên Agirînê (PVMBG) ragihand ku Çiyayê Agirîn Ilî Lewotolokê li gor seata herêmî di 05.57an da teqiya arî û dûyê ji çiyê derket jî bi qasî 500 metreyî bilind bû.
Rayedaran ragihand teqîna di çiyê da qasî 2 deqîqeyan dewam kir û ji gel xwestin ku bila di nav qada 2 kîlometre ya dora çiyê da ku ji bo hişyarkirinê di asta duyemîn (waspada) da ye tu kar û barî nekin.
Li welêt pergala çiyayên agirîn bi 4 merheleyan tên binavkirin. Merheleya "kesk" (asayî), merheleya "zer" (waspada) merheleya porteqalî (sîaga) û herî girîng jî merheleya "sor" (awas) e.
Li Endonezyaya ser xeta erdhej û çiyayên agirîn e û wek "Xeleka Agirê Pasîfîkê" tê binavkirin 127 çiyayên agirîn ê lebatî hene.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.