14 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2016
CAKARTA
Li Cakartaya paytexta Endonezyayê êrîşên bibombe qewimîn.
Şahidên bûyerê diyar kirin ku teqîna ewil li cafeyeke li navenda bajêr pêk hat. Şahidan gotin ku 3 êrîşkarên xwekujiyê bombeyên li ser xwe teqandin û teqînê wisa rû da.
Di êrîşê da tevî 3 êrîşkarên xwekuj polêsek û 4 kes mirin.
Şahidên rûdanê destnîşan kirin ku herdu êrîşkaran jî êrîş birin ser cihê polêsan a nêzîkî navenda danûstandinê ya ku cafe jî tê da ye. Hat gotin ku pevçûna di navbera êrîşkar û polêsan da hê jî dewam dike.
Êrîşa duyem
Biqasî 2 saet piştî êrîşa ewil, nêzîkî ciyê bûyerê teqîneke din jî qewimî. Şahidên bûyerê dibêjin ku dema 25 polês gihîştin qada bûyerê, 5 deqîqe şûnde teqîneke din jî pêk hat. Vêga pê nizanin ka teqîn ji aliyê êrîşkarekî xwekuj an jî bombe bi qûmandayeke dûr va hat teqîn.
Têlevîzyona herêmê TVOneê daxuyand ku li deverên cuda yên bajêr 3 teqînên din jî qewimîn.
Vêga tukesî berpirsiyariya êrîşê hilnedaye ser stûyê xwe.