01 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2017
HEWLÊR
Herêma Kurdistana Iraqê daxuyand pereyê rêvebiriya Bexdayê ya ku ji bo mehaneya karmendan pêşniyar dike, têrê nake.
Wezareta Çavkaniyên Siruştî ya HKIyê piştî daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê Heyder El Ebadî ya ku duh eşkere kir û got "heke kontrola dahata neftê bikeve destê wan ewê mehaneya karmendan bê kêmasî bidin" anî ziman ku pereyê rêvebiriya Bexdayê teklîf dike kêm e û têra wan nake.
Li ser hesabê Twîtterê ya wezaretê wiha hat gotin: "Bexda ji bo ku mehaneya karmendên li HKIyê bên dayîn 368 milyon dolarî teklîf dike. Lê mesrefa mehaneya karmendên li HKIyê 732 milyon dolar e."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku mesrefa mehaneya karmendan li gor teklîfa Bexdayê ji sedî 40 zêde ye, heke Bexda mehaneyan bi xwe bide wê demê jî ewê mehaneyan zêde bibire.
Hat gotin Bexda wê ji bo karmendekî mehê 370 dolarî bide, mehaneya pêşmerge, polêsên teqawîd bûne û hêzên ewlekariyê nayê hesabkirin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder El Ebadî duh daxuyandibû ku heke kontrola dahata neftê bikeve destê wan ewê mehaneya karmendan bê kêmasî bidin.
Hikûmeta navendî ya Iraqê ji çileya paşîna 2014an vir ve ji ber ku Herêma Kurdistana Iraqê bi awayekî xweser neftê îxrac dike, para wê ya budçeyê naşîne û mehaneyên karmendan jî nade.
Parlamentoya Iraqê referanduma 25ê îlonê ya li HKIyê wek hincet nîşan da û der barê rêvebiriya Hewlêrê de gelek biryar dabûn.