Önder Beyter
01 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2017
GÎRONA
Polês û cendirmeyên Îspanyayê midaxeleyî referanduma serxwebûna Katalonyayê ya dereqanûnî kirin, jê 3 kes giran herî kêm 28 kes birîndar bûn.
Polês û cendirmeyên Spanyayê midaxeleyî referanduma Katalonyayê ya ku wekî dereqanûnî hat ragihandin, kirin.
Polês û cendirmeyên Spanyayê avêtin ser navendên dengdayînê yên ku bi destê Rêveberiya Xweser a Katalonyayê hatin destnîşankirin. Hêzên ewlekariyê berxwedana sivîl a serxwebûnxwazan şikand û dest danî ser pisûle û sandoqan.
Wezareta Karên Navxweyî ya Spanyayê jî ragihand ku ew îznê nadin referanduma dereqanûnî ya serxwebûnê û herwiha wan dest pê kir û dest didin ser pisûle û sandoqên dengdanê.
Yek ji navendên dengdanê yên ku hêzên ewlekariyê avêtin ser, salona werzişê ya şaredariyê ya li bajarê Gîronayê ye ku Serokê Herêma Xweser a Katalonyayê Carles Puigdemont jî wê lê dengê xwe bide.
Nêzîkî 80 cendirmeyên ku hatin vir, serxwebûnxwazên ku li ber derî barîqat danîbûn, belav kirin û kontorla salonê bi dest xistin.
Di navbera serxwebûnxwaz û cendirmeyan da rageşî derket û herdu aliyan qederekî hevdu gijgijandin.
Ji hêla din ve hat ragihandin li bajarên Barselona û Gîroniyê di navbera hêzên ewlehiyê û alîgirên serxwebûnê de pevçûn derket û birîndar hene.
Waliyê Katalonyayê ya hikûmeta Îspanyayê Enrîc Mîllo der barê midaxeleya referanduma Katalonyayê ya ku wekî dereqanûnî tê binavkirin de wiha got: "Em mecbûr man ku tiştên me nedixwestin me kirin."
Dema ku polês û cendirmeyên Îspanyayê li ser navendên ku ray wê bên dayîn de girtin Mîllo jî daxuyanî da rojnamevanan.
Mîllo got ev mudaxale ne li hember katalonan ne û wiha axivî: "Jixwe ev referandum dereqanûnî ye û ji bo ku em destûrê nedin em mudaxeleya sîndoq û pisûlayên rayan dikin. Em mecbûr man ku tiştên me nedixwestin me kirin."
- Waliyê Katalonyayê ya hikûmeta Îspanyayê Enrîc Mîllo: "Jixwe ev referandum dereqanûnî ye û ji bo ku em destûrê nedin em mudaxeleya sîndoq û pisûlayên rayan dikin. Em mecbûr man ku tiştên me nedixwestin me kirin."