16 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2016
HELEB
Ji rojavayê Heleba ji hêla hêzên rejimê hatiye dagirkirin 3 konvoyên din ên ku hatin tehliyekirin jî gihîştin bajarê Îdliba ser sînorê Tirkiyeyê. Heta niha sivîl û muxalif bi tevahî 7 hezar û 500 kes hatin tehliyekirin.
Duh konvoyên tehliyekirinê ji Helebê derketin û ji ber sabotajên komên terorîst ên biyanî yên alîgirên rejimê konvoya ewil nava rojê û ya duyemîn jî êvarê gihîştin Îdlibê.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê yê li Helebê tehliyekirina sivîl û muxalifan seranserê şevê dewam kir. Şêniyên ku ji Helebê hatin tehliyekirin ji Tirkiyeyê ra spas kirin û 51 birîndarên di nav wan da jî anîn nexweşxaneyên li Hatayê.
Heta serê sibê 3 konvoyên ji otobus û minîbusan pêk dihat ji herêma dagirkirî derketin û muxalif û sivîlan ji wê derê tehliyekirin û hejmara sivîl û muxalifên hatin tehliyekirin jî gihîşt 7 hezar û 500 kesî.