2016 ж. 16 желтоқсан•Rojanekirin: 2016 ж. 17 желтоқсан
MADRİD
Arda Turanê gogbazê neteweyî yê ku di taxima Barcelonayê da dilîze beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya Anadolu Agencyê (AA) bû û di kategoriyên nûçe, jiyan û sporê da 3 wêne hilbijart.
Arda Turan di kategoriya nûçeyê da wêneya Beha El-Helebî ya "Zarokên ku di êrîşa Rûsyayê da mirin" hilbijart
Arda diyar kir ku ji ber rewşa li Helebê gelekî ber xwe dikeve û wêne jî li gor wê hilbijartiye. Di wêneya Beha El Helebî ya Arda Turan hilbijart da cesedê 2 zarokên xuşk û bira hene ku yek 3 mehî yek jî 6 salî bû û di êrîşa teyareyên Rûsyayê da li Helebê ji binê enqazê hatibûn derxistin.
Gogbazê neteweyî di kategoriya jiyanê da wêneya Sergen Sezgîn ya "Li Bûrsayê Remezan", di kategoriya sporê da jî wêneya Volkan Furuncu yê "Wefata Mihemed Elî" hilbijart.