XEZE
Hamasê gazî filistîniyên li Şerîaya Rojavayê kir ku ji bo serfiraziya Xezeyê dest bi "întifada"yê bikin.
Berdevkê Hamasê Fewzî Berhum di daxuyaniya nivîskî de wiha got: "Gelê me yê li Şerîaya Rojavayê, ji bo ku em li Xezeyê serfiraziyeke heqîqî bi dest bixin, gazî we dikin ku dest bi întifadayê bikin û bi dijmin re bi her awayî şer bikin."
Bi hezaran filistînî ji bo piştevaniyê bidin Xezeyê ji Ramallahê heta Quqisê dest bi meşê kirin û navê meşê jî danîn "meşa 48 hezarî." Li cihê kontrolê ya Kalendiyayê di navbera filistîniyan û Leşkerên Îsraîlê de pevçûn derket.
Leşkerên Îsraîlê ji bo ku çalakvanan bela bikin bi fîşengên rastîn, fîşengên plastîk, bombeya gazê û ava tazyîk ve êrîşî çalakvanan kir û di êrîşê de 2 filistînî mirin û 5 jê giran 200 kes jî birîndar bûn.