Dinya

Ji Erebistana Siûdî daxuyaniya "Emê rê li ber şerê herêmê bigrin"

Erebistana Siûdî daxuyand rejima Îranê û sûxurên wê li herêmê çalakiyan dikin ku ev jî dibe sedema rageşiyan û ji bo ku rê li ber şerekî li herêmê bê girtin çi ji destê wê tê ewê bike

Türkan Tosun  | 22.05.2019 - Rojanekırın : 23.05.2019
Ji Erebistana Siûdî daxuyaniya "Emê rê li ber şerê herêmê bigrin"

Riyad

Erebistana Siûdî daxuyand ji bo ku rê li ber şerekî li herêmê bigre çi ji destê wê tê ewê bike.

Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûdî SPAyê Lijneya Wezîran a Erebistana Siûdî bi serokatiya Qral Selman bîn Ebdulezîz li Qesra Selamê ya li Ciddeyê civiya.

Piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin û hat gotin Erebistana Siûdî ji bo ku rê li ber şerekî li herêmê bigre çi ji destê wê tê ewê bike.

Hat gotin civaka navneteweyî der barê rejima Îranê da çi dikeve li ser milê wê divê bike ku li dinyayê rageşî kêm bibe.

Di daxuyaniyê da hat gotin rejima Îranê û sûxurên wê li herêmê çalakiyan dikin ku ev jî dibe sedema tevgerên dijî ewlehî û aştiya herêmê û piyasaya neftê ya dinyayê, Qral Selman ji ber vê bang kiriye ku civînên derasayî bên kirin.

Hat gotin heqê gelê Îranê heye ku di nav aştî û ewlehiyê da bijî û di civîna 14emîn a Teşkîlata Hevkariya Îslamê ya ku wê di dawiya mehê li Mekkeyê çêbibe da hêvî ew e ku pirsgirêkên dinyaya Îslamê bi tevgereke hevpar va bên çareserkirin.

- Bûyerên li Kendavê

Amerîkayê li hemberî gefxwarinên Îranê ji bo tevdîrê hefteyên çûyî balafirên bomberankirinê sewqî kendavê kiribû.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) daxuyandibû li ser îdiayên Îran amadehiyan dike ku êrîşî hedefên Amerîkayê bike ev sewqiyat hatiye kirin.

Ji hêla din di 12ê gulanê da Mîrektiyên Yekbûyî ya Ereb îdia kiribû Îranê li hemberî çar keştiyên wan ên bazirganiyê sabotaj kiriye. Di 14ê gulanê da jî bi dronan li hemberî du îstgehên neftê yên li Erebistana Siûdî êrîş hatibûn kirin. Mîrektiyên Yekbûyî ya Ereb gotibû Îranê ev êrîş kirine.

Li ser vê balafirên şer ên Amerîkayê F-15 û F-35 ji bo ku çavê Îranê bitirsînin firiyabûn.

Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê piştî van geşedanan di 15ê Gulanê da ferman dabû xebatkarên xwe yên di Balyozxaneya Bexdayê da dixebitin bila Iraqê biterikînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.