Haydar Şahin
16 Îlon 2017•Rojanekirin: 18 Îlon 2017
BAXDA
Hat ragihandin ku li Meclisa Iraqê ji bo Meclisa Bajêr a Kerkûkê fesix bikin îmzeyan kom dikin.
Niyazî Mîmarogluyê Parlementerê Tirkmen daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Ji ber ku biryara rêveberiya navendî bi cî nayne ji bo Meclisa Bajêr a Kerkûkê fesix bikin me îmzeya 74 parlementeran kom kir."
Mîmaroglu got ji bo vê meclisê bi biryara parlementoyê fesix bikin dixebitin ku îmzeya 200 parlementerî kom bikin.
Mîmaroglu destnîşan kir ku Waliyê Kerkûkê ji wezîfeyê hildin jî pirsgirêka li Kerkûkê bi dawî nabe, meclis di mijara referandumê da israr bike pirsgirêkên din ew ê derkevin.
Mîmaroglu got ev ê jî ji bo herêmê xetereyeke mezin derxe holê û wiha axivî: "Heke li Kerkûkê referandum bê kirin hêzên kurdan ew ê li hemû herêmên ku li ser nîqaş hene hegemonyayê bi dest bixin."
- Ji bo Kerkûkê rêveberiya leşkerî
Mîmaroglu wiha pê da çû: "Heke Meclisa bajêr a Kerkûkê bê fesixkirin li bajêr rewşa derasayî ew ê bê îlankirin û bajarê bi destê fermandarê leşkeran bê îdarekirin."
Meclisa Iraqê du roj berê Necmeddîn Kerîmê Waliyê Kerkûkê ji wezîfeyê hildabû.
Tê gotin li Meclisê ji bo ku Fuad Mesûmê Serokomarê Iraqê yê kurd ji text daxin hin kes hewl didin.