Haydar Şahin,Abdullah Tel,Nihat Kavşut,Fatih Gazioğlu
16 Îlon 2017•Rojanekirin: 17 Îlon 2017
BRUKSEL
Li Belçîkayê biryara ku dadgehekê li ser mijara PKKê da û got ku "rêxistina terorê nîne" û biryara ku ji bo endamên Sharia4Belgiumê (Ji Bo Belçîkayê Şerîet) hatibû dayîn û bi tenê Belçikayê wek "rêxistina terorê" îlan kiribû durûtiya Belçikayê ya di têkoşîna dijî terorê da nîşan dide.
Meqamên Belçîkayê îdia kirin ku Sharia4Belgium ji bo ku li Belçikayê şerîetê îlan bike di 3yê adara 2010î da hat îlankirin. Malpera rêxistina ku midaxleyî konferanseke li Zanîngeha Anversê kiribû û navê xwe dabû bihîstin di 2yê nîsanê da bi lêpirsîna ku Annemie Turtelbooma Wezîra Karên Navxweyî dabû destpêkirin bi destê saziya serverê hatibû girtin.
Bi vî awayî malpera Sharia4Belgiumê li ser hev 30 rojî vekirî nema
Malpera rêxistina ku îdia dikin li dijî kesên misliman nînin dijmintahiyê mezin dike bi vî awayî li ser hev 30 rojî vekirî nema û Sharia4Belgiumê di sala 2011î da bang kir ku Marie-Rose Morela siyasetmedara Flaman bê kuştin.
- Di encama zextê da rêxistinê di nav 2 sal û 7 mehan da xwe fesix kir
Dadgeha Belçîkayê piştî tehdîdên wiha Sharia4Belgiuma ku qet tevlî êrîşên çekdarî û bi bombe nebû wek rêxistian terorê îlan kir. Cezayê hepsê yê ewil 2 sal piştî avakirina rêxistinê dan endamên rêxistinê.
Fuad Belkacemê serkêşê rêxistinê yê ku bi navê Ebû Îmran tê zanîn ji ber gotinên dijmintahiyê 2 sal cezayê hepsê xwar. Belkacem di 7ê hezîrana 2012an da hat derdestkirin û bi tenê di nav 4 mehan da rêxistinê di 7ê cotmeha 2012an da xwe fesix kir.
- Darizandinê 5 mehan ber xwe da
Li Belçîkayê lêpirsîna li ser rêxistinê piştî 2012an jî dewam kir. Di îlona 2014an da ji ber dîmenên DEAŞê yên tundiyê yên ku li Sûriyeyê kişandin dozeke mezin hat vekirin. Di dozê de bi tenê 5 meh şûnda di 12ê sibatê da biryar hat dayîn. Di doza ku pê 45 kes dihatin sûcdarkirin di navbera 3 sal û 15 salan da ceza dan 44 kesan.
- Ji PKK û DHKP-Cê ra helwestên cihê
Belçîkaya ku ji ber talûkeyeke li hemberî xwe pergala xwe ya dedgeriyê kir rewacê û di nav 2 salan da Sharia4Belgiumê fesix kir û ji bo endamên wê jî 5 meh cezayên hepsê da di meseleya PKK û DHKP-Cê da helwestek cihê nîşan dide.
Di helwesta Belçîkayê ya cihê da ewilî mijara DHKP-C derket pêş. Li hemberî rêxistinê pêvajoya dadgeriyê di sala 1999an da piştî qefaltina hin mensûbên rêxistinê yên ku reviyabûn wir dest pê kir.
Di biryara sala 2006an da hat eşkerekirin da serkêşê rêxistinê Duran Karataş jî di nav da ji bo terorîstan cezayê hexpsê hat dayîn. Lê ev biryar di sala 2007an da bi hinceta "xetayî edlî" va hat betalkirin Dadgeha Temyîzê ya Answerê ji bo Dursun Karataş, Zerrîn Sari, Şukriye Akar û Bahar Kimyongurê biryara beraetê da. Dadgehê berevajiyê biryarên xwe yên berê DHKP-Cê jî wek rêxistina terorê qebûl nekir.
- Doza DHKP-Cê 10 sal dewam kir
Di sala 2008an da ji ber ku Karataş mir Dadgeha Temyizê ya Brukselê serê sala 2009an da di çarçoveya sepandina "ji herî serî va" darizandin da destpêkirin. Dadgehê di dawiya salê da biryara xwe da û ragihand ku DHKP-Cê li Belçîkayê "çalakiya terorê" nekiriye û li gor sûcên şexsî ceza birî.
Di dozê da ji bo terorîst Fehriye Erdal a ji bersûcên bûyera 9ê rêbendana 1996an ku rêvebirê Holdînga Sabanci jî di nav da 3 kes hatibûn kuştin e, 3 sal cezayê hepsê hat dayîn.
- Serkêşên Ewropayê yên PKKê li Belçîkayê dijîn
Ji tevgerên cihê yên Belçîkayê yek jî di mijara PKKya ku wek rêxistina terorê îlan kiriye da tê dîtin. Rêvebirên rêxistinê di salên 1990î da xwe spartin Belçîkayê û di nav wan da Remzî Kartal û Zubeyîr Aydarê qaşo rêvebirên Ewropayê ne jî di nav da gelek terorîst dijîn. Belçîkayê di ser da jî li gorî zagonê mafê penaberiyê da wan serkêşên rêxistinê yên di bultena sor da ji bo qefaltinê navê wan heye.
Li Belçîkayê 2 qanalên têlevizyonê yên PKKya rêxistina terorê hene û li hemberî wan herî dawîn di sala 2010î da operasyon hat kirin, gelek kes hatin binçavkirin lê piştî demeke kurthatin berdan.
- Biryara "PKK rêxistina terorê nîne" hat dayîn
Tevî Remzî Kartal û Zubeyîr Aydar der barê 36 kesan da doz hat vekirin û lêpirsîna dest pê kir û di 3yê mijdara 2016an da temam bû.
Daîreya Lêpirsînê ya Brukselê kirinên endam û rayedarên PKKyê ku ji ber kar û barên terorê tên sûcdarkirin wek "çalakiyên terorê nînin" dît û red kir doz here ber destê dadgeha cezayê.
Di hinceta biryarê da tê gotin "şerê çekdarî nakeve ber sûcdakirina terorê" û dora rojê Dozgera Federal a Belçikayê îtirazî biryarê kir. Dadgeha Îstinafê ya Brukselê 14ê îlonê da îtirazê red kir û der barê dozê da biryara neşopandinê da.
- Midaxeleyî kanalên PKKyê nakin
Li Belçîkaya midaxeleyî sembolên PKKyê û posterên Abdulah Ocalan nake siyasetmedarên Belçîkayê jî tevlî meş û çalakiyên PKKyê dibin. Belçika wek mayîn midaxeleyî kanalên PKKyê jî nake.
- Belçîka ji bo PKKyê bûye navenda hişbirê
Li Belçîkayê herî dawîn nûçeyên şebekeyeke PKKyê hişbirê difiroşe nîvê Ewropayê û milyonên peyda dike jî dişîne rêxistinê hatin rojevê. Di encama lêkolînan da derket holê navenda rêxistinê Hasselta Herêma Flamanê ye û ji bendergehên Rotterdama Hollandayê û Anversa Belçîkayê hişbirê dişînin Ewropayê.
Li gor çapemeniya Belçîkayê rêxistinê ji van bendergehan hişbir dibirin malan û dikirin pakêtên 5 kîlo û paşê jî li Almanyayê, Awusturya, Belçîka, Fransa, Hollanda û Siwîsreyê firotin.
Li gor rojnameya Het Belang van Lîmburgê rêxistina terorê bi tenê ji eroînê bi milyonan ewroyan qezenc dike.
- Li gor Belçîkayê FETO "rêxistineke terorî" nîne
FETO li Belçîkayê "rêxistineke terorî" nayê qebûlkirin û ji ber vê yekê jî fealiyeten xwe rehet didomîne. FETO li Belçîkayê bi navê Federasyona Komaleyên Aktîf yên Belçîkayê (FEDACTIO) fealiyetên xwe dimeşîne.