12 Nîsan 2017•Rojanekirin: 12 Nîsan 2017
WASHINGTON
Berdevkê Qesra Spî Sean Spicer di brîfînga xwe ya rojane de li Ser Beşşar Esed got "Hîtler jî çekên kîmyayî bi kar neanî û ev qas xwe biçûk nekir" piştî vê gotinê Spicer got ku xeletî kiriye û armanca wî ne ew e ku Esed û Adolf Hîtler bide ber hev. Ji ber vê yekê jî lêborînê dixwaze.
Spicerê ku yek ji kesên Serokê Emrîkayê Donald Trump pê ewle ye, pêşî li ser gotinên ku Esed û Hîtler da ber hev, daxuyaniyeke nivîskî da û pîştre mulaqat da qenala CNNê ya Emrîkayê.
Spicer di brîfînga duh de dema got ku di 2emîn şerê cîhanê de jî çekên kîmyayî nehatine bikaranîn, gotina " Hîtler jî bi qasî ku çekên kîmyayî bi kar bîne xwe bîçûk nekir" bi kar anî, Spicer xwest ku vê gotina xwe sererast bike.
-"Bila bi Holocaust tevlîhev neyê kirin"
Sipcer diyar kir ku bi vê gotinê xwest ku bibêje Hîtler wek Esed li dijî gelê xwe gaza sarînê bi kar neaniye". Spicer piştre li ser vê mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û got ku bila bi "komkujiya Cihûyan" (Holocaust) neyê tevlihevkirin"
-"Divê ji wezîfeyê bê girtin"
Seroka kêmnetewan ê li Meclisa Nûnerên Partiya Demokrat Nancy Pelosî der barê gotinên Spicer daxuyaniyeke nivîskî da û got "Divê Spicer ji kar bê dûrxistin."
Polesî got ku li Emrîkayê gelek welatiyên Cihû ji van gotinan aciz bûne.