İbrahim Atmaca
18 Îlon 2019•Rojanekirin: 19 Îlon 2019
Parlamentoya Ewropayê (AP) biryara piştgiriyê dide ku Îngiltere di çarçoveya peymana Brexitê ya heyî da ji Yekîtiya Ewropayê (YE) bi awayekî rêk û pêk veqete, pesend kir.
Lijneya Giştî ya APyê li Strazburga bajarê Fransayê dewam dike û di lijneyê da biryara piştgiriyê dide ku Îngiltere di çarçoveya peymana Brexitê ya heyî da ji YEyê bi awayekî rêk û pêk veqete bi 544 dengan va hat qebûlkirin. 126 dengên "na" hatin dayîn, 38 kesan jî deng neda.
Li gor biryarê li Grava Îrlandayê piştî Brexitê ji bo ku sînorên fîzîkî çênebin, heke "benda tedbîrê" nebe, veqetîn nayê qebûlkirin.
Di biryarê da hat gotin ku heke veqetandina bêpeyman çêbibe, berpirsê vê tenê Îngiltere ye, heke Îngiltere bixwaze şertê pêşî li ber veqetîna bêpeyman bigre, hilbijartin an jî referandumê dikare dîroka Brexitê taloq bike.
- Pêvajoya Brexîtê
Îngiltereyê di 23yê Hezîrana 2016an da referandum kiribû û ligel ji sedî 48an ji sedî 52yan biryara Brexîtê hatibû dayîn.
Maya Serokwezîra Îngiltereyê ya berê bi YEyê ra peymana Brexitê îmze kiribû, peyman 3 caran li Kamaraya Avamê hatibû redkirin.