Dinya

Heke Amerîka vîzeyê nede heyeta Îranê ewê beşdarî hevdîtinên NYyê nebin

Heke Amerîka vîzeyê nede Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî, Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cewad Zerîf û heyeta bi wî ra ewê nikaribin beşdarî civînên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibin

Türkan Tosun  | 18.09.2019 - Rojanekırın : 19.09.2019
Heke Amerîka vîzeyê nede heyeta Îranê ewê beşdarî hevdîtinên NYyê nebin

Ankara

Hat ragihandin Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî û heyeta bi wî ra heke di nav çend seaten da ji Amerîkayê vîzeyê hilnedin ewê nikaribin beşdarî hevdîtinên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) yên li New Yorkê bibin.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê daxuyand Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî, Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cewad Zerîf û heyeta bi wî ra ji bo ku beşdarî hevdîtinên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî yên duh dest pê kirin û di 30yê Îlonê da dawî bibin serî vîzeya Amerîkayê dan, lê Amerîkayê hê vîze nedaye wan.

Hat gotin Zerîf roja înê, Ruhanî jî roja duşemê dibe ku herin New Yorkê, lê heke di mijara vîzeyê da gaveke erênî çênebe ewê beşdarî hevdîtinên Lijneya Giştî ya NYyê nebin.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê di meha tebaxê da navê Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cewad Zerîf ji ber ku ew li ser navê Serokê Îranê Ayetullah Elî Xamaney dixebite hildabû lîsteya mueyîdeyê.

Li gor mueyîdeyan ew nikare bê Amerîkayê, welatiyên Amerîkayê nikarin bi wî ra bazirganiyê bikin.

Ji hêla din Amerîka mecbure vîzeyê bide dîplomatên ku wê beşdarî civînên NYyê bibin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.