Abdullah Tel
05 Gulan 2018•Rojanekirin: 06 Gulan 2018
WASHINGTON
Fermandariya Ewlehiya Sîberê ya ku şaxeke girêdayî Fermandariya Hêzên Stratejîk a artêşa Amerîkayê bû jê wê hat veqetandin û bû fermandariyeke serbixwe.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di meha tebaxê da ji bo ku Fermandariya Ewlehiya Sîberê ya ji fermandariya ser xwe bê veqetendin û bibe fermandariyeke serbixwe telîmat dabû. Daxwaza Serokê Amerîkayê çû serî û merasima dewirkirinê ya di navbera fermandariyan da pêk hat.
Fermandariya Ewlehiya Sîberê ji Fermandariya Hêzên Stratejîk a artêşa Amerîkayê hat veqetandin û bû fermandariyeke serbixwe.
Oramîral Mike Rogersê berpirsê Fermandariya Ewlehiya Sîberê jî teqawid bû û di şûna wî da jî Paul M. Nakasone ku rutbeya wî kirin orgeneral hat tayînkirin.
Bi dewrkirina wezîfeyê va hat gotin ku ev fermandarî jî êdî di asta "fermandariya şervan"ê da ye.