Haydar Şahin
04 Gulan 2018•Rojanekirin: 05 Gulan 2018
BANGKOK
Li bakurê Myanmarê ciyê ku amûrên ji ber madenê mabûn lê dihat komkirin tep bû, li gor tesbîtên ewil 14 kes mirin.
Tu Maiyê mixtarê Seng Tawnga gundê Hpakanta bajarê Kaçîna eyaleta welêt diyar kir ku di qezaya li kana kevirê kesk da herî kêm 14 kes mirin, 6 kes birîndar bûn û hin kes jî winda bûn.
Hpakanta 950 kîlomêtre li bakurê Yangonê wekî navenda kevirê kesk ya li dinyayê tê zanîn.
Li Kaçîna eyaleta Myanmarê di sala 2015an da hêlan ketibû erdê û ji 100î zêdetir karker miribûn.