Haydar Şahin
04 Gulan 2018•Rojanekirin: 05 Gulan 2018
STOCKHOLM
Akademiya Swêdê ya ku xelata herî bi prestîj a Nobelê dide diyar kir ku ji ber destdirêjiyê û belavbûna agahiyên di vî warî da îsal dayîna Xelata Edebiyatê ya Nobelê paşda hat avêtin.
Di daxuyaniya akademiyê da hat destnîşankirin ku meha çûyî di medyayê da îdiayên ku navê endamên akademiyê û malbatên wan hatibûn tevlîkirin hatin weşandin ji ber vê pêbaweriya gel a ji bo saziyê kêm bû ji ber vê jî ev biryara hat dayîn.
Di daxuyniyê da hat destnîşankirin ku ew ê xelata sala 2018an bi xelata 2019an ra eşkere bikin.
Her wiha di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku berê jî 7 caran dayîna xelatê paşda avêtibûn û 5 xelat bi xelata sala pey wê ra hatibûn eşkerekirin.
Akademiyê di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku xebatên tesbîtkirina xwediyê xelatê hê dewam dikin, dema pêbaweriya bi akademiyê were tesîskirin ew ê xwediyê xelatê eşkere bikin.
- Navê 7 kesan pêşda hatiye eşkerekirin
"Dagens Nyheter" a rojnameya Swêdê meha borî di xebera xwe da îdia kiribû ku Jean-Claude Arnaultê mêrê Katarina Frostensona helbestvan a endama akademiyê 7 caran beriya dema wê navê xwediyê xelatê eşkere kiriye. Wekî mayîn sûc diavêjin ser Arnault ku 19 jin taciz kirine û di nav wan jinan da Vîctorîaya Keybanuya Welîehd a Swêdê jî heye. Dîsa tê gotin ku di nav wan jinan da jinên endamên Akademiyê jî hene.
Piştî ku skandal derket holê Peter Englund, Klas Ostergren û Kjell Espmarkê endamên Akademiyê îstifa kiribûn. Paşê jî Sara Danîusa Sekretera Daîmî ya Akademiyê îstifaya xwe dabû.