Haydar Şahin
05 Gulan 2018•Rojanekirin: 05 Gulan 2018
SANA
Hat ragihandin ku Mîrektiyên Yekbûyî ya Ereb (MYE) teyareya xwe ya leşkerî ya 5an jî şand Girava Sokotrayê ya Yêmenê.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên Hikûmeta Yêmenê hatin sitandin, teyareya leşkerî ya Yêmenê ya ku tê da 4 wesayîtên leşkerî yên MYyê hebûn dakete Girava Sokotrayê ya Yêmenê.
- Li Sokotrayê leşkerên MYEyê
Bi dehan leşkerên MYEyê roja çarşemê ji 3 teyareyan peyayî Balafirgeha Sokotrayê ya li bajarê Hadîbûyê û li dora balafirgehê bi cî bibûn. Bi leşkeran ra 6 tank û wesayîtên birin û anînê yên leşkerî jî peyayî balafigehê kiribûn. Duh jî hatibû destnîşankirin ku leşkerên MYEyê li dora Bêndera Sokotrayê bi cî bûne.
Piştî ku leşkerên MYEyê peyayî Girava Sokotrayê bibûn Ebdirabû Mensûr Hadî bi Erebistana Siûdî ra têkilî danîbû li ser vê Erebistana Siûdî ji bo çareserkirina pirsgirêkê heyetek şandibû Girava Sokotrayê.
Heyeta ji Serokomarê Yêmenê Ehmed bîn Daxr û wezîran pêk dihat roja paşînê hatibûn ziyareta giravê û paşê jî leşerên xwe li Sokotrayê bi cî kiribûn.