Nihat Kavşut
27 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2017
QUDS
Alimên Qudsê destnîşan kirin ku Îsraîlê hemû sepanên li ser misilmanan rakirin û ji ber vê yekê jî bangî gel kirin ku têkevin Mescida Eqsayê.
Alimên Qudsê yên wekî Miftiyê Qudsê Şêx Mûhemmed Huseyîn, Serqaziyê Qudsê Wesf Bekrî, Serokê Konseya Bilind a Weqfa Îslamê ya Qudsê Ebdulezîz Salhab û Serokê Heyeta Desteya Bilind a Îslamê ya Qudsê û Xetîbê Mescida Eqsayê Şêx Îkrîme Sabrî civîneke çapemeniyê li dar xistin û biryara xwe ya der heqê Mescida Eqsayê da eşkere kirin.
Di daxuyaniya hevpar a li ser zarê Salhab da wiha hat gotin, "Alimên Qudsê, piştî ku meqamên Îsraîlê hemû sepanên li ber deriyên Mescida Eqsayê bi temamî rakirin, biryar wergirtin ku misilman têkevin Herema Şerîf."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku seba misilman bikaribin kom bibin, ewê nimêja ewil di wextê êsrê da li Mescida Eqsayê bikin û wiha hat dewamkirin, "Piştî nirxandinên me yên sûdwer, em bangî her kesekî li Quds û Filistînê dikin ku heger derfeta wan hebe, bira bi awayekî komî têkevin Herema Şerîf. Em bangî misilmanan dikin ku her dem û her îniyê berê xwe bidin Mescida Eqsayê û bên wir."