Nihat Kavşut
27 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2017
QUDIS
Hat ragihandin Binyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê telîmat daye ku ofîsa televizyona El Cezîreyê ya li Qudsê bê girtin.
Zexta rêvebiriya Îsraîlê ya li ser rojnamevan û medyaya pêkutiyên li ser Mescida Eqsayê û Qudsê teqîb dikin dewam dike û niha jî televizyona El Cezîreyê ya navenda wê Qeter e di hedefê da ye.
Netanyahu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuaynî da û wiha got: "El Cezîre di ser Mescida Eqsayê re tundiyê teşwîq dike, loma jî min telîmat daye ku ofîsa wê ya Qudsê bê girtin. Heger qanûna heyî rê nede vê ji bo parlamentoya Îsraîlê El Cezîreyê ji Knessetê biqewirîne û qanûnan derxe ez ê hewl bidim."