Muhammet Kurşun
03 Nîsan 2017•Rojanekirin: 04 Nîsan 2017
HEWLÊR
Eşîretên ereb ên li Mûsilê der barê bilindkirina Alaya Kurdistanê li Kerkûkê rexne li biryara Meclisa Iraqê girtin û bangewazî li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kirin ku "Serxwebûna Kurdistanê" ragihîne.
Li ser navê Şamer, Ciheş, Tay, Hedîdî, Reşîd, Cibûr, Neîm, Lehîb, Sade el-Muemmer, Xezrec, Ebbasîn, Elqez, Baxare, Duleymi, Sabavin, Zobih, Ebu Selame, Ubeyd, Serabîn û Ebû Xalid bi tevahî 20 eşîretên ereb daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Serokwezîrê Berê Nûrî El Malikî li pişt hewldanên li dijî Alaya Kurdistanê heye û ew wek eşîretên ereb ên Mûsilê "Daxwaz ji Mesûd Barzanî dikin ku li hemberî vê hemleyê serxwebûna Kurdistanê ragihîne."
Berdevkê Resmî yê Eşîretên Mûsilê Muzahim Ehmed El Huweyt di daxuyaniyê de cih da van îfadeyan:
"Dengdayîna li dijî Alaya Kurdistanê ji aliyê Nûrî Malikî û Balyozê Îranê hatiye birêvebirin. Em jî daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikin ku cudabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê ragihîne."
Di daxuyaniyê de rexne li Meclisa Iraqê hat girtin û wiha hat dewamkirin:
"Wek eşîretên ereb ên Mûsilê giliyê me ji Meclisa Iraqê heye. Lewra dengdayîn ji aliyê hêzên derekî ve hat kirin. Em wek eşîretên ereb ên Mûsilê piştgiriya bilindkirina Alaya Kurdistanê li Kerkûkê dikin. Kerkûk bi destê Pêşmerge hat rizgarkirin û ew der parçeyek ji Kurdistanê ye. "
Herwiha rexne li Serokê Meclisê Selîm el Cibûrî jî hat girtin û hat gotin ku ew vê biryarê qebûl nakin.
Di dawiyê de jî hat gotin ku: "Ew parlamenterên ku li dijî bilindkirina alayê deng dane di heman demê de li dijî hemû pêkhateyên dînî, neteweyî û mezhebî jî rawestiyane."