Shukri Hussein,Ali Semerci
08 Îlon 2024•Rojanekirin: 09 Îlon 2024
Hûsiyên li Yemenê yên Îran li piştê ye, ragihandin ku wan li parêzgeha Marîbê ya li naverasta welêt droneke çekdar a bêmirov a Amerîkayê daxist.
Berdevkê eskerî yê Hûsiyan Yehya Serî di daxuyaniya xwe da diyar kir, wan li esmanê parêzgeha Marîbê droneke çekdar a artêşa Amerîkayê ya cure MQ-9 daxist.
Serî destnîşan kir, drona çekdar a Amerîkayê dema li esmanê Marîbê peywira êrîşê cîbicî dikir, ji hêla pergalên parastina asîmanî yên Hûsiyan hat daxistin.
Berdevk Serî bal kişand ku bi vê va hejmara dronên çekdar ên cure MQ-9 ên wan daxistin derket 8an.