Esat Fırat
23 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2021
Hat ragihandin ku hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojavaya dagirkirî 14 Filistînî binçav kirin.
Li gor nûçeya WAFAya ajansa fermî ya Filistînê hêzên Îsraîlê li deverên curbecur ên Şerîeya Rojava bi ser deran da girtin.
Hêzên Îsraîlê di serdagirtinan da 14 kesan binçavkirin û hat gotin ku piranî ji bajarê Neblûs û Cenînê hatin binçavkirin.
Îsraîl li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat gelek caran bi ser malan da digire û bi hincetan Filistîniyan binçav dike.
Li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat êdî binçavkirin ji bo hêzên Îsraîlê bûye kurm û jin û zarok jî di nav da Filistîniyên tên binçavkirin bi rojan li navendên binçavkirinê tên girtin.