ŞAM
Li Sûriyeyê yekîneyên hêzên rejîmê operasyon li mûxalîfan kirin û di encama operasyonê de 11 zarok 9 jin, bi tevahî 128 kes mirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (RMMS) da zanîn ku di êrîşên hêzên rejîmê de li Şamê 47, li Îdlîbê 25, li Helebê 20, li Tartûsê 14, li Hamayê 8, li Derayê 7, li Rakkayê 5, li Kûnteyra û Deyrûz Zorê jî kesek di nav de bi tevahî 128 kesan mirine.
Berdevkê Komîteya Kordînasyonê(Ahengê) ya Herêma Sûriyeyê Salih Anadan daxûyaniyek da nûçegihanê AAyê û got: "Hêzên rejîmê gel dikuje û dinya jî gişt li vê temaşe dike. Li Heleb û Han Aselê pevçûnên tund dewam dikin. Hûmûs tê bombekirin, li Tel Abyadê şerê di navbera yekîneyên AASê(ÖSO)yê û PYDê de jî didome.