Hat ragihandin li Îdliba bajarê Sûriyeyê rejîm û Artêşa Fethê hêsîrên ku girtibûn, teqes kirin.
Artêşa Fethê 7 malbatên ku li Îştebraka gundê Cîsru'ş Şixûra navçeya Îdlibê girtibû serbest berda. Hemberê vê jî rejîmê 10 jê jin 16 hêsîr serbest berda.
Di nav yên serbest man de diya Enes Treysiyê ku nûçegihanê têlevizyona Orîentê ye jî heye.
Niha di destê Artêşa Fethê de nêzî 100 hêsîrên ku li Îştebraka gundê Cîsru'ş Şixûrê girt hene û ji wan hêsîran nêzî 50 kesên wî jê jin û zarok in.
Artêşa Fethê di dawiya meha nîsanê de girtibû ser gundê Îştebrakê û piştî şer û pavçûnên giran gund bi tevahî ketibû bin kontrola mûxalifan.