PYD 15 roj in penaberên ku dixwazin ji Akçakaleyê derbasî Tel Ebyada Sûriyeyê bibin asteng dike.
Piştî ku di 15ê hezîranê de Tel Ebyada Reqayê ket destê PYDyê, PYD astengiyan derdixe ku penaberên Sûriyeyê yên xwe sipartin Tirkiyeyê vegerin welatê xwe.
Evdilkerîm Evdilcebarê ji Sûriyeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku 15 roj in dixwazin herin Sûriyeyê û got PYD astengiyan derdixe.
Evdilcebar diyar kir ku Tirkiye astengiyan dernaxe, lêPYD astengiyan derdixe.
Fatma Hiseyînê jî diyar kir ji ber ku nahêlin zehmetiyan dikşînin.
Seîd Hesen jî destnîşan kir ku xizmên me dixwazin vegerin Tel Ebyadê lê PYD destûrê nade.