HEWLÊR
Ahmet Kaniyê Endamê Lijneya Rêvebiriyê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo pêvajoya çareseriyê wiha got: “Ji bo hemû aliyan bangewaziya me ev e: Li Tirkiyê bi çek û şidetê tu pirsgirêk nayên çareserkirin. PDK dixwaze ku kurd hemû mafên xwe yên meşrû bi dest bixin. Lê divê ev bi rêya çekan çênebe.”
Kanî di daxuyaniya ku da nûçegihanê AAyê de destnîşan kir ku, ew piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyê û dixwazin pêvajo dewam bike.
Kanî got: “Em bangî hemû aliyan dikin: Li Tirkiyê tu pirsgirêk bi rêya çek û şidetê nayên çareserkirin. Em wek PDKyê çi bikeve ser milên me amadene ku bi cih bînin. PDK dixwaze ku kurd hemû mafên xwe yên meşrû bi dest bixin. Lê divê ev bi rêya çekan çênebe.”
-“Hewcedariya me bi Tirkiyê heye”
Rêvebirê PDKyê Kanî got ku têkiliyên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) û Tirkiyê zehf baş in û wiha dewam kir: “Pêdiviya me bi Tirkiyê heye. Ev ne tenê ji hêla aboriyê ve ye. Ji hêla siyasî ve jî Tirkiye ji bo me girîng e. Alîkariya ku Tirkiye dide herêma Kurdistanê ne herêmî ye ev li gor rêzikên navneteweyî tê kirin.”
Ahmet Kanî destnîşan kir ku herêma Kurdistanê ji bo zagona bingehîn a xwe amade bike dest bi xebatan kir lê dema ku made tên diyarkirin di navbera partiyan de nîqaş çêdibin. Kanî got ku hin partî dixwazin ku erken serokê herêmê bên kêmkirin û ev meqam tenê wek “protokol” hebe; lê ew li dijî vê yeke ne.
Kanî got ku PDK sîstema parlementeriyê dixwaze û wiha dewam kir: “Lê daxwaza me ew e ku serokê herêmê wekî berê ji aliye gel ve bê hilbijartin. Heta niha serokek ku bi raya giştî hatiye hilbijartin nebûye dîkdator. Serokê ku ji aliye gel ve bê hilbijartin demokratiktir e. Serokê ku bi destê parlementoyê bê hilbijartin di bin bandora partiyan de dimîne.”