Wezîrê Berhemên Dîrokî û Turîzmê yê Iraqê Adil Fehed eş-Şerşab got ku 4 hezar û 300 perçe berhemên dîrokî yên ji Iraqê hatine revandin paşve hatin hildan.
Şerşab di civîna çapemeniyê ya ku li Muzeya Neteweyî ya Iraqê hat lidarxistin de axivî û got ku ji par vir ve berhemên dîrokî ên Iraqê hatin dagirkerkirin û wiha dewam kir: "Dagirkeriya DAEŞê him li ser mirovan û him jî li ser berhemên dîrokî ne. Wezareta Karên Derve bi destê balyozên xwe ve 4 hezar û 300 perçe berhemên dîrokî yên ku ji sala 2003an vir ve ji Iraqê hatine revandin paşve hilda. Li hember terorîstan em ê di rojên pêş me de gelek muzeyan vekin."
Wezîrê Karên Derve Îbrahîm Caferî jî anî ziman ku Iraq ji hêla berhemên dîrokî ve dewlemend e û wiha dewam kir: "Dema ku em qîmetê didin dîroka xwe em putperestiyê nakin. Em ji dîrokê dersan derdixin. Yên ku destdirêjiya berhemên me yên dîrokî kirin ne bi tenê Iraqê, ji hemû herêmê re nebaşî kirin."
Caferî got ku iraqî şûna gelê dinyayê jî li hember terorê têkoşînê didin û wiha axivî: "Yên ku axa Mûsilê qirêj kirin welatiyên ji 62 welatan zêdetir kes bûn. Ev welatên ku demokrasiyê ava kirine û zêde behsa mafên mirovan dikin şûna ku welatiyên xwe wek qasidê şaristaniyê bişînin, wek qasidê terorê şandin."
Midûrê Daîreya "Îadekirina Berhemên Kevn" ê Wezareta Berhemên Dîrokî û Turîzmê yê Iraqê Ebbas el-Qureyşî ji nûçegihanê AAyê re got ku berhemên ku di muzeyê de tên pêşandan yên hatine revandin in.
Qureyşî got ku ev berhem yên kevir, kîl, hesin û cam in û wiha axivî: "5 hezaran zêdetir berhemên kîl ên ku ji herêma Urê ya Nasirriyeyê hatine revandin jî wê bên îdiakirin."