Dinya

"Hêza hevpar" wê Kerkûkê biparêze

Artêş, polêsê herêmî û Heşda Şebî wê Kerkûkê biparêze

İbrahim Atmaca  | 20.02.2019 - Rojanekırın : 21.02.2019
"Hêza hevpar" wê Kerkûkê biparêze

Baghdad

BEXDA

Hat ragihandin ku li Kerkûka bajarê Iraqê "hêza hevpar" a ku artêş, polêsên herêmî û Heşda Şebî pêk tê wê ewlehiyê pêk bîne.

Fermandarê Operasyonên Kerkûkê Korgeneral Saad Harbiye daxuyanî da çapemeniyê û got ku wan ji bo Kerkûkê planeke nû ya ewlehiyê amade kir û diyar kir ku di parastina bajêr da artêş, polêsên herêmî û Heşda Şebî (Hêza Tirkmenan) wê wezîfeyê bike.

Harbiye diyar kir ku plana ewlehiyê ya navborî wê di demeke kin da têkeve rewacê.

Hatibû îdiakirin ku Pêşmergeyên Herêma Kurdistana Iraqê wê cardin vegere Kerkûk û herêmên binîqaş, lê Bexda û Hewlêrê ev îdia piştrast nekiribûn.

Fermandariya Hêzên Taybet a Tûxaya 61em ku girêdayî Serokwezîriya Iraqê ye, di 5ê sibatê da dest bi parastina Kerkûkê kiribû.

Hêzên rêvebiriya navendî ya Iraqê di 16ê cotmeha 2017an da ketibûn Kerkûkê û Pêşmerge jê vekişiyabû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın