Sevim Hatun
27 Îlon 2017•Rojanekirin: 27 Îlon 2017
HEWLÊR
Wezîrê Gihandinê yê Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mewlûd Bavêmurad li ser "bangewaziya Bexdayê ya di nav 72 saetan de Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêr û Silêmaniyê radestî hikûmeta navendî bike" daxuyanî da endamên çapemeniyê.
Bavêmurad got ku Balafirgeha Hewlêr û Silêmaniyê yên HKIyê ne û wê xebata wan dewam bike. Bavêmurad got ku ew biryarê qebûl nakin û li gor wan biryareke durist nîne.
Bavêmurad got ku heke balafirgeh were girtin wê bandoreke neyînî li welatiyan bike û wiha hişyarî da: "Wê ev biryar bandoreke neyinî li gelek xwendekar, nexweş, welatiyên ji dîasporayê hatine, dîplomatên li herêmê û xebatkarên Neteweyên Yekbûyî bike."
Bavêmurad îdia kir ku dixwazin ji ber referandumê xelkê ceza bikin û got ku wê tu kes ji vê sûdê wernegire, lazim e balafirgehan nekin nav meseleyên siyasî.
Bavêmurad got hêvî dikim ku balafirgeh neyên girtin û rewşeke wiha çênebe.