İdiris Okuduci
14 Mijdar 2023•Rojanekirin: 15 Mijdar 2023
Hizbullahê li başûrê Libnanê ser herêma sînor êrîşî devereke eskerî ya Îsraîlê kir.
Hizbullahê der barê pevçûnên li ser sînorê Îsraîl û Libnanê da daxuyaniya nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku wan êrîşî baregeha eskerî ya "Merc"ê ya Îsraîlê kir û hedef gulebaran kirin.
Ji aliyê din va li gor nûçeya NNAya ajansa fermî ya Libnanê, hêzên Îsraîlê derdora bajarokên Ayta eş-Şaab û Odeysaya herêma sînor a Libnanê da ber topan.
Di navbera artêşa Îsraîlê û Hizbullahê da ji 8ê Cotmehê pê va pevçûn hene û di pevçûnan da 74 mensûbên Hizbullahê û 4 eskerên Îsraîlê hatin kuştin.