Önder Beyter
28 Hezîran 2020•Rojanekirin: 29 Hezîran 2020
Hindistanê piştî pevçûna li ser sînor a ligel Çînê, li Ladaxa li Çiyayên Hîmalayayê pergala parastina fuzeyê ya ji bejayê bo asîman bi cih kir.
Li gorî nûçeya rojnameya Times of Indiayê, karbidestan diyar kirin ku ji bo rê li pirsgirêkeke ku balafirên şer û helîkopterên Çînê dibe ku bibin sedem bê girtin, li herêmê pergalên parastinê yên artêşa Hindistanê hatin bicihkirin.
Ev gava Hindistanê di demeke wiha da hat avêtin ku Çînê li seranserî Xeta Kontrola Fiîlî (LAC) ya di navbera herdu welatan da fealiyetên balafirên şer û helîkopteran zêde kiriye.
Pergala parastina asîmanî ya ji bejayê bo asîman a navînmenzîl ku navê wê "Akaş (Asîman)" e, bi destê Rêxistina Lêkolîn û Pêşxistina Parastinê ku xwemalî ye, hat çêkirin.
- Pêvajoya rageşiya li herêmê
Pêvajoya ku li herêma Ladaxê ya li rojhilatê bakurê Hindistanê, 15ê hezîranê bûbû sedema şer û kuştina 20 eskerên Hind, bi wê yekê va dest pê kiribû ku eskerên Çînê serê meha gulanê ji sê aliyan va ketibûn herêma Ladaxê û li vê derê kon vegirtibûn û qereqolên eskerî ava kiribûn.
Hatibû gotin digel ku çendî caran hişyarî hat dayîn ku esker "ji herêmê derkevin" eskeran guh nedan hişyariyên devkî.
Li rojhilatê herêma Ladakhê û eyaleta Sîkkîmê piştî ku eskerên herdu welatan hatin pêşberî hev bala xwe dabûn ser herêmê.
Hindistan û Çînê li Demchok, Chumar, Daulat Beg Oldîe, Geliyê Galwanê ya li Ladakhê û dora Gola Pangong Tsoyê hêzên ewlehiyê bi cî kiribûn.
Eskerên Çînê li Geliyê Galwanê biqasî 100 kon vedabûn, jimara botên dewriyeyê yên li dora Gola Pangong Tsoyê jî zêde kiribûn.
Piraniya xeta sînor a biqasî 3 hezar û 500 kîlomêtroyî ya di navbera Çîn û Hindistanê da di navbera herdu welatan da dibe sedema nîqaşên desthilatdariyê.
Birêvebiriya Pekînê li ser axa 90 kîlomêtroqereyî ya li eyaleta Aruçanal Pradeşê ya Hindistanê ya ku wekî "Tîbeta Başûr" bi nav dike heq îdia dike, birêvebiriya Delhiya Nû jî diparêze ku qada 38 hezar kîlomêtroqereyî ya ku platoyên Aksaî Chîn tê da ne ji hêla Çînê va hatiye dagirkirin.
Alî çendî sal in digel hevdîtinên ku dewam dikin nikarin îxtilafên desthilatdariyê çareser bikin, mijara navborî di demên dawîn da di xeta Pekîn-Delhiya Nû da dibe sedema zêdebûna rageşiyê.
Mafên desthilatdariyê yên di navbera herdu welatan da di sala 2017an da zêde bibû.